Serok Barzanî: Kurdistan dê herdem cihê pêkvejiyanê be

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî tekez kir ku, Pêşmerge dê herdem parêzerên mafên mirovan, azadî û demokrasiyê bin. Herwesa got, Fransa û gelê wê herdem di dilê gelê Kurdistanê de ne.
Serok Barzanî îro (În, 5ê Îlona 2025ê) li nav Parka André Citroënê ya Parîsa paytexta Fransayê gotarek pêşkêş kir, tê de bixêrhatina mêvanan kir û kêfxweşiya xwe bi serdana xwe ya Parîsê û binavkirina rêyekê bi navê Pêşmerge diyar kir.
Serok Barzanî di gotara xwe de amaje jî da, "Îro ji bo gelê Kurdistanê rojeke dîrokî ye. Fransayê bi dirêjahiya dîrokê her gav helwesteke mirovî û dostane li beranberî gelê Kurdistanê hebûye.”
Serok barzanî herwesa got, “Fransayê her gav piştgirîya doza Kurdan kiriye û welatê yekê yê Ewropayê bû ku destûr da Enstîtuya Kurdistanê li Parîsê bê vekirin.”
Serok Barzanî di derheqa Pêşmergeyan de jî ragihand, "Pêşmergeyan erkekî pîroz bi cîh aniye, lê ev rêzgirtina ku we îro ji Pêşmergeyan re kiriye, rêzgirtina li têkoşîna Pêşmergeyan û dostaniya di navbera gelê Fransa û gelê Kurdistanê de nîşan dide.”
Serok Barzanî tekez jî kir ku, Kurdistan herdem cihê pêkvejiyanê ye û Pêşmerge jî dê herdem parêzerên mafên mirovan, azadî û demokrasiyê bin.
Serok Barzanî behsa şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê jî kir û got, “Di şerê li dijî DAIŞê de, 12 hezar Pêşmerge şehîd û birîndar bûn. Pêşmergeyan di wî şerî de serweriyeke mezin ji bo xwe û gelê Kurdistanê tomar kirin.”
Serok Barzanî bal kişand ser têkiliyên di navbera gelên Kurdistanê û Fransayê de û got ku,bi piştrastî ve heta ku Kurdek hebe, ew dê hertim spasdarê gelê Fransayê be û têkiliyên di navbera van herdu gelan de jî dê xurttir û berdewamtir bin.”
Serok Barzanî li ser helwesta Fransayê li beranberî doza Kurdan jî got, “Em dilxweş in ku helwesta Fransayê li beranberî doza Kurdan nehatiye guhertin. Tevî ku li wî welatî gelek serok hatine guhertin jî, lê helwesta wan a li beranberî Kurdan nehatiye guhertin.”
Serok Barzanî di gotara xwe de behsa Serokê berê yê Fransayê Francois Mitterrand jî kir û got, “Francois Mitterrand serokê yekê yê Ewropayî bû ku li sala 1992ê pêşwaziya min kir. Ev jî ji bo min çavkaniya şanazî û serbilindiyê ye. herwesa xatûna yekê ya Ewropayî jî ku ji bo qurbaniyên gelê Kurdistanê hêstir rijandin Danielle Mitterrand a hevjîna Francois Mitterrand bû. em wan helwestên wan qet ji bîr nakin.”
Serok Barzanî eşkere jî kir, “Fransa û gelê wê hertim di dilê gelê Kurdistanê de ne.” Herwesa got, "Bijî Parîs, bijî Hewlêr, bijî dostaniya di navbera gelên Fransa û Kurdistanê de."
Serok Barzanî di derheqa rola Pêşmergeyan de jî ron kir, “Pêşmerge pareke dezgeha bergiriyê ya Iraqê ye, ev hêza Kurdî bergiriyê ji tevahiya Iraqê dike, wî welatî û cîhanê ji terorê diparêze. Ev jî şerefeke mezin e ku wî erkê pîroz bi cîh tîne û em şanaziyê pê dibin.”
Îro (În, 5ê Îlona 2025ê) li Parka André Citroënê ya Parîsa paytexta Frandsayê di merasîmeke hejî de, bi amadebûna Serok Barzanî û Şaredara Parîsê Anne Hidalgo, perde ji ser tabloya Pêşmerge hat rakirin û rêyek jî bi navê Pêşmerge hat binavkirin.