Bakirhan piştî hevdîtina bi Bahçelî re: Hevdîtineke baş bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan ragihand, hevdîtina wan a bi Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî re erênî derbas bûye û da zanîn ku dê têkiliyên wan bidomin. 

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, îro 27ê Gulanê li Parlamentoyê di civîna koma partiya xwe de axivî. Di axaftina xwe de, Bakirhan behsa hevdîtina şanda DEM Partiyê ya bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re kir.

Şanda DEM Partiyê ku ji Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Serokwekîlên Komê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî pêk dihat, îro li Parlamentoyê di beşa taybet a MHPê de bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re civiya.

Piştî hevdîtinê, Bakirhan ragihand, hevdîtin bi awayekî erênî derbas bûye û dê derbarê naveroka civînê de daxuyaniyeke berfireh bidin.

Li gorî agahiyên di medyayên Tirkiyeyê de hatine belavkirin, di hevdîtinê de behsa pêngavên piştî ragihandina hilweşandin û çekdanîna PKKê hatiye kirin. Herwiha, banga Bahçelî ya ji bo avakirina komîsyoneke taybet ji bo şopandina pêşveçûna vê pêvajoyê jî yek ji mijarên civînê bûye.

Hat ragihandin ku di heman civînê de, li ser guhertinên di yasayên têkildarî cîbicîkirina cezayan de jî nêrîn hatine guhertin. Hat destnîşankirin ku bi pesendkirina van guhertinan re, îhtîmal heye gelek girtiyên siyasî yên nexweş bên berdan.

 
 
Fly Erbil Advertisment