PKK: Heta Ocalan neyê azadkirin, em dev ji çekan bernadin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hevseroka Desteya Birêvebirinê ya KCKê dibêje, “Rayedarên Tirkiyeyê demê winda dikin û heta ku Ocalan neyê azadkirin, PKK dev ji çekan bernade.”

Hevseroka Desteya Birêvebirinê ya KCKê Besê Hozat îro (Sêşem, 27ê Gulana 2025ê) di çavpêkeftineke televîzyonî de got, “Pêvajoya hilweşandin û çekdananê ya PKKê bêyî rêkxistina qanûnî û dadwerî û peydakirina derfeta karkirina azadane ya Ocalan bi awayekî rast ber bi pêş ve naçin.”

Besê Hozat amaje jî da, “Divê hin qanûn bên guhertin û şert û merc ji bo ku Ocalan bi azadî bixebite bên peydakirin. Eger Ocalan vê pêvajoyê bi awayekî azad bi rê ve nebe, biryara hilweşandina PKKê û bidawîanîna têkoşîna çekdarî nabe tiştekî kiryarkî û nayê bicihanîn.”

Wê herwesa got, "Rayedarên Tirkiyeyê di derbarê wê pêvajoyê de ne cidî ne û tenê demê winda dikin. Daxwazeke me ya din jî ew e ku, Tirkiyeyê pêdivîtî bi destûreke demokratîk heye ku itîrafê bi nasnameya hemî welatiyên civakê bike.”

Berdevkê AKPê Omer Çelik jî ji aliyê xwe ve ragehand: "Me pêştir jî tekez kiriye ku di vê qonaxê de, divê rêxistina terorîstî bi hemî tayên xwe ve çekên xwe dane."

Omer Çelik herwesa ragehand, "Divê ev çekdanan bi awayekî meydanî û bê kêmasî bê bicihanîn, di wê çarçoveyê de jî danûstandinên navbera me û hikûmeta Iraqê di çarçoveya peymanên me de ji nêz ve berdewam in."

Navbirî tekez jî kir, "Me bi Bexda, Hewler û Silêmaniyê re çend mijar hene ku divê em hevahengiyê li ser wan bikin. Di vî warî de pêşketin çê bûye û berdewam e jî. Dezgeha Hewalgiriyê pêvajoyê dişopîne."

 
Fly Erbil Advertisment