Zelenskyy pêşniyara civîna sêalî bi Putin û Trump re dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Berî êrîşên dronî bo ser Rûsyayê, Serokê Ukraynayê amadebûna welatê xwe ji bo civîneke sêalî bi serokên Rûsya û Amerîkayê re nîşan da.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand, "Eger Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi civîna dualî rehet nebe, an jî eger ew civîna sêalî bi Donald Trump re dixwaze, em amade ne."
Volodymyr Zelenskyy herwesa got, "Trump tekez kiriye ku eger Rûsya şer ranewestîne, ew dê cezayan li ser wê bisepînin. Ji bo vê yekê jî em li benda cezayên Amerîkayê li ser Moskoyê dikin.” Amaje jî da ku, wan bi Amerîkayê re li hev kiriye ku, ew ceza dê enerjî û pergala bankan vegirin.
Pêştir Berdevkê Serokatiya Rûsyayê (Kremlin) Dmitry Peskov jî ragihandibû ku, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dê tenê wê demê tevlî civîna dualî bibe ku ew bi Ukraynayê re gehiştibin lihevkirinekê.
Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê serê sibeha îro (Çarşem, 28ê Gulana 2025ê) li ser tora civakî ya Telegramê ragihand, “Ukraynayê duhî Sêşemê ji seet 6ê êvarê heta 9ê şevê êrîşeke dronî bi awayekî dijwar kir, lê sîstema bergiriya asmanî rê li êrîşên wê girt.”
Li gorî wê ragihandinê, Ukraynayê di wê êrîşê de 296 dron firandine û bergiriya asmanî ya Rûsyayê kariye 112 ji wan dronan pûç bike, ku 12 ji wan ber bi Moskoyê û 59 jî ber bi herêma Bryanskê ve hatibûn arastekirin.
Li gorî Ajansa France Pressê, ew êrîşa Ukraynayê sê seetan piştî daxuyaniyên Zelensky hatiye kirin.