Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyade kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 28ê Gulanê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyada Şêx Xemîs Xencer kir.
Di civînê de guftûgo li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê û hevahengiya di navbera aliyên siyasî de hat kirin. Herwiha ronahî hate xistin ser pêşhatên dawî yên li navçeyê.