Mesrûr Barzanî tekezî li ser şandina mafên darayî yên gelê Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29ê Gulanê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyade li Encûmena Nûneran a Iraqê Xemîs Xencer kir.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye belavkirin, di hevdîtinê de guftûgo derbarê rewşa giştî ya Iraqê û amadekariyên ji bo hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê de, ku biryar e di meha Mijdara îsal de bên kirin, hate kirin.

Di daxuyaniyê de herwiha hate amajekirin, di beşeke din a hevdîtinê de, tekezî li ser girîngiya rêzgirtina li sîstema federalî, mafên hemû pêkhateyên Iraqê, qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û şandina mafên darayî yên xelkê Kurdistanê hate kirin.

 
Fly Erbil Advertisment