Li Helebê HSD û Hikûmeta Veguhêz careke din hejmarek dîl bi hev guhartin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Helebê, piştî rawestaneke ku zêdetirî mehekê dom kiribû, îro Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê careke din dest bi proseya guhertina dîlan kirin. Di vê qonaxa herî dawî de, zêdetirî 430 dîl ji her du aliyan hatin berdan.

Li gorî zanyariyan, di vê guhertinê de 293 endamên HSDê yên ku li cem hêzên hikûmeta veguhêz dîl bûn, hatin berdan. Ji aliyê din ve, HSDê jî 176 dîlên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûrî serbest berdan.

Ev pêngav, piştî civîna duh a di navbera şandeyeke HSDê û "Komîteya Temamkirina Rêkeftina El-Şera - Ebdî" ya girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûrî de pêk hat. Di wê civînê de, her du alî li ser ji nû ve çalakirina rêkeftina taybet bi taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li hev kiribûn.

HSD û birêveberiya nû ya Sûriyeyê roja 1ê Nîsanê li ser taxên Kurdî yên Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiyê) rêkeftinek îmze kiribûn û li gorî wê rêkeftinê, hêzên HSD û YPGê ji wan hardu tawan vekişiyan, lê hêzên asayişê man.

Roja 3ê Nîsana borî jî, di çarçoveya "Proseya Paqijkirina Zindanan ji Girtiyan" de, di navbera Rêveberiya Ewlekariya Hundirîn a Helebê û HSDê de, bi giştî 250 girtî hatibûn berdan.

 
 
Fly Erbil Advertisment