Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Fexrî Kerîm kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyameke pîrozbahiyê ji Serokê Dezgeha Ragihandin, Rewşenbîrî û Hunerî ya El-Meda Fexrî Kerîm re şand, bi boneya xelatkirina wî ji aliyê Lûtkeya Medya ya Erebî ve li Dubayê û destnîşankirina wî wek "Kesayetiya Ragihandinkar a Salê".
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro 2ê Hezîranê di peyama xwe de ragihand: "Bi boneya xelatkirina we ji aliyê Lûtkeya Medya ya Erebî ve li Dubayê û destnîşankirina we wek (Kesayetiya Ragihandinkar a Salê), pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî birêzê we dikim û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji we re dixwazim."
Mesrûr Barzanî herwiha got: "Roleke we ya berbiçav û çalak di warê ragihandin, rewşenbîrî, çapemenî, piştgirîkirina nivîskar û rewşenbîran û pêşxistina azadiya raman û ragihandina berpirsiyar de heye, ku di xizmeta kêşeyên welatiyan de ye. Hêvîdar im hûn her tim di pêşketineke berdewam de bin û di tenduristiyeke baş de bijîn."