Bahçelî: Divê derfeta zêrîn a 'Tirkiyeya Bêteror' ji dest neçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Dewlet Bahçelî, di peyameke xwe ya pîrozbahiya Cejna Qurbanê de, bi taybetî bal kişand ser giringiya pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror". Bahçelî bang kir ku ev "derfeta zêrîn" ji dest neyê dayîn û destnîşan kir ku Tirkiyeyeke bê teror dê bibe destkefteke dîrokî.
Dewlet Bahçelî îro 3ê Hezîranê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Tirkiyeya me di rêgeheke sedsaleke nû de bi îdia û îradeyê pêşve diçe. Serkeftin û aramiya vê pêşveçûnê, û herwiha hilkişîna lûtkeya welatê pêşeng û hêza super, girêdayî hewldana hevbeş û hebûna birûmet a miletê me yê ezîz e. Tirkiyeyeke bêteror dê di vê pêvajoyê de bibe destkefteke dîrokî."
Bahçelî diyar kir ku "Tirkiyeyeke bêteror dê bibe cejna herdemî ya neteweya Tirk" û dê mîrateyeke mezin ji nifşên paşerojê re bimîne. Wî tekez kir ku "serdemeke xemgînî û poşmaniyê divê bi dawî bibe" û "rehên provokasyon û serdestiyê divê bên ziwakirin."
Bahçelî bi taybetî destnîşan kir: "Rêgeha û birêvebirina çarenivîsa me ya neteweyî ne ji çiya û şikeftan, lê ji paytext Enqerê, bi prensîb, esas û rûmeta damezrîner a Komarê dê bê misogerkirin." Herwiha got, "Divê derfeta zêrîn a ku welatê me bi dest xistiye ji dest neçe" û da zanîn ku di vê çarçoveyê de berpirsiyariyên dîrokî dikevin ser milê her kesî.
Bahçelî bal kişand ser wê yekê ku "bi rakirina çek û armancên xwînxwar û neqanûnî, dê Tirkiye û neteweya Tirk bibin hêza bi heybet a sedsala nû."