Şaxewan Ebdila: Me peyama Serok Barzanî gihand Sûdanî

Şaxewan Ebdila
Şaxewan Ebdila

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Iraqê ragihand, “Piştî biryara Wezareta Darayî ya Iraqê li ser neşandina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê, me bi Serokwezîrê Iraqê re dest bi danûstandinan kir.”

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Iraqê Şaxewan Ebdila îro (Sêşem, 3ê Hezîrana 2025ê) ragihand, “Me qet nexwest ku em behsa bizavên xwe bikin û wan bifroşin xelkî. Piştî biryara Wezareta Darayî, me bi Serokwezîrê Iraqê re dest bi danûstandinan kir. Berî du rojan me civînek li dar xist ku, zêdetirî du seetan vekêşa.”

Şaxewan Ebdila herwesa got, “Me di civîna navbera xwe de behsa hûrgilî, pirsgirêk û sedemên neşandina mûçeyan kir û me peyama Serok Barzanî gehand, ku bi ti hincetan nabe mûçe bê birîn û me tekez li ser daxwaza Serok Barzanî ji bo xerckirina mûçeyan berî cejnê kir.”

Navbirî amaje jî da, "Me ji serokwezîrê Iraqê re got ku, vê mijarê dê li Kurdistanê rengvedaneke xirab hebe û sedema kêmbûna dahata navxweyî ya Bexdayê ye ji ber xalên kontrolê û wernegirtina seraneyê, ku dahata xalên sînorî mehane bi 100 milyar dînaran kêm bûye."

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Iraqê ron jî kir, "Min ji Sûdanî re got ku astengiyên li pêşiya hinardekirina petrolê rakin û bila ji nû ve dest bi hinardekirinê bê kirin. Sûdanî got: bila dadgeh biryarekê bide û fermaneke welayî derbixe, ez jî dê mûçeyan xerc bikim."

Şaxewan Ebdila herwesa ragihand, "Piştî wê civînê rasterast skala hat tomarkirin, lê em bi pirsgirêkên qanûnî re rû bi rû man, û me ji ber betlaneyan daxwaz kir ku rûniştina dadgehê serhêl be, lê hêşta pejirandin nehatiye."

 
Fly Erbil Advertisment