Hoşyar Zêbarî: Birçîkirina welatiyên Herêma Kurdistanê bê cezakirin derbaz nabe

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Mekteba Siyasî ya PDKê amajeyê dide ku, cezakirina bikom û birçîkirina welatiyên Herêma Kurdistanê bi hncetên darayî û îdarî bê encam û cezakirin derbaz nabe.
Endamê Desteya Birêveber a Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî duhî (Sêşem, 3ê Hezîrana 2025ê) li ser platforma 'X'ê nivîsî, “Biryara hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî - Çarçoveya Hevahengiyê ya rawestandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê di demeke gelek nexweş de ye.”
Hoşyar Zêbarî amaje jî da, “Cezakirina bikom û birçîkirina welatiyên Herêma Kurdistanê bi hincetên darayî û îdarî di demeke gelek nexweş de ye û bê encam û cezakirin derbaz nabe.”
Endamê Desteya Birêveber a Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) herwesa got, "Em li bajarê xewnan - Utopyayê - najîn û dîroka me ya siyasî jî amajeyê dide ku êrîşker tên cezakirin."
Navbirî herwesa nivîsiye, "Berjewendiya Mihemed Şiya Sûdanî û Çarçoveya Hevahengiyê ya desthilatdar çi ye ku, di vê demê de ji bo mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê pirsgirêkan diafirînin?"
Hoşyar Zêbarî amaje jî dabû, "Ev di demekê de ye ku, welat nêzîkî hilbijartinan dibe. Dibe ku pirsgirêkên teknîkî hebin, lê biryara Wezareta Darayî ya Federal siyasî û bernamekirî ye li dijî herêmeke destûrî, ku bê guman dê rengvedan hebe."