Almanya penaberên Iraqî û Kurdistanê deport dike

BERLÎN (K24) – Du sal berê, hikûmeta Iraqê û Almanyayê peymanek îmze kiribûn. Li gorî wê peymanê, hikûmeta Iraqê razî bûbû ku wan penaberên Iraqî yên ku daxwaza wan a mafê penaberiyê li Almanyayê hatibû redkirin, ji nû ve werbigire. Ji wê demê ve heta niha, her meh hejmarek penaberên ji Iraq û Herêma Kurdistanê tên deportkirin. Sala borî nêzîkî 700 kes bo Iraqê hatine şandin, ev yek jî rewşa penaberên Iraqî li Almanyayê dijwartir kiriye.

Du ciwanên ji Herêma Kurdistanê ku nêzîkî çar sal in wek penaber li Almanyayê dijîn, behsa metirsiyên rêya qaçax a hatina xwe û zehmetiyên jiyana li vir dikin. Wan diyar kir ku wan berê li ser metirsiya deportkirinê ku niha rojane pê re rûbirû ne, ewqas nefikirîbûn.

Penaberekî ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, ji K24ê re got: "Hin kes hene ku ji tirsa bi xwe vegeriyane. Ev rewş ji sala 2023an ve wiha ye. Êdî em nizanin piştî vê yekê dê rewş biguhere yan na."

Dezgeha Koç û Penaberan a Almanyayê zexteke mezin xistiye ser penaberên Iraqî, û bi vê yekê beşeke mezin ji penaberan hêviya xwe bi mana li Almanyayê nemaye. 

Penaberekî din ê Kurd li Almanyayê ragihand: "Niha rewşa penaberan li Almanyayê gelek xirab e. Kîjan kesê ku pirsgirêka wî hebe yan nebe, tê deportkirin." Wî herwiha got: "Çend hevalên min hene ku ji wan re gotine ti hêviya we li Almanyayê nemaye."

Çalakvan û pisporên karûbarên penaberan piştrast dikin ku Almanyayê yasayên penaberiyê tund kirine, bi awayekî ku mana ji bo penaberên Iraqî gelekî dijwar bûye.

Endama Şaredariya Bajarê Munchenê Vanêsa Reşîd got: "Almanya dema dibêje divê em tundtir bin, cudahiyê naxe navbera keysan ku ew penaber ji kîjan welatî hatiye, bi taybetî Kurd. Ew dizanin Kurdistan azad e û şer tê de nîne. Ji ber vê yekê, eger penaber keysseke taybet ji bo daxwaza mafê penaberiyê nebe, ew ê wî deport bikin."

Dezgeha Koç û Penaberan a Almanyayê radigihîne ku 26 hezar penaberên ji Iraq û Herêma Kurdistanê li Almanyayê dijîn ku mafê penaberiyê ji wan re hatiye redkirin. Hikûmeta Alman plan dike ku hejmara herî zêde ji van penaberan deport bike. Ji aliyekî din ve, bi danîna kontrola polîsan li ser sînoran, derî li pêşiya hatina penaberên nû girtiye.

 

 

Fly Erbil Advertisment