Bi Pêvajoya Aştiyê re, jiyan li gundên Kanî Masê vedigere

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî çendîn salên şer û alozî û valabûna gundan, bi destpêkirina Pêvajoya Aştiyê re careke din hêvî li deverên sînorî yên navçeya Amêdiyê şên dibe. Welatiyên gundên ser bi nahiya Kanî Masê ve, ku ji ber şerê di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de neçar mabûn cih û warên xwe biterikînin, hêdî hêdî vedigerin ser mal û zeviyên xwe.

Piştî ragihandina pêvajoyê, jiyan li gundê Qumriyê û derdora wê ber bi asayîbûnê ve diçe. Gelek malbat vegeriyane û gelekên din jî xwe ji bo vegerê amade dikin û muxtarên gundan agahdar kirine.

Muxtarê gundê Qumriyê Emîr Kamil derbarê rewşa dawî de dibêje: " Rewşa deverê gelek baştir e. Piştî axaftina li ser vê prosesa aştiyê, xelkê me hêdî hêdî vedigere da ku cihên xwe şên bikin. Dever piçekî ronahî bûye. Eger çiya û gundên me azad bin, bêguman xelkê me yê li bajaran dê bi dilxweşî vegere."

Cotkar vedigeriyan ser karê xwe

Li gel vegera welatiyan, cotkar jî dest bi kar û barên xwe yên çandiniyê kirine. Zevî û baxçeyên ku bi salan bêxwedî mabûn, careke din tên çandin û avdan. Dever bi berhemên xwe yên curbicur ên wekî sêv, hinar, hijîr, xox û bihê navdar e.

Yûnis Hebîb ku yek ji cotkarên vegeriyayî ye, bi kelecan behsa vegera xwe dike û dibêje: "Em vegeriyan ser gundê xwe û me dest bi kar kir. Berê gelek gundên me vala bûn, lê niha halê hazir xelk hêdî hêdî vedigere ser gund û erdê xwe. Em hemî ji prosesa aştiyê razî ne û hêvîdar in ku rewş bi temamî asayî bibe."

Rûniştvanên deverê tekez dikin ku ew aştî û aramiyê dixwazin, da ku bikaribin jiyana xwe ya berê li ser axa bav û kalên xwe bidomînin, ku ev der jêdera sereke ya jiyana wan e.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment