Serokê Îranê: Em hewl nadin çekê atomî bidest bixin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand, welatê wî hewl nade çekê atomî çêbike an jî bidest bixe û tekez kir ku ew ê hewldanên dijminan têk bibin.
Mesûd Pizîşkiyan îro 11ê Hezîranê di daxuyaniyekê de got: "Dijminên Îranê armanc dikin ku li navxweya welatê me fitne, alozî û duberiyê derxînin."
Amaje bi wê yekê jî kir, "Dijminên me dixwazin em dest ji şiyanên xwe berdin, da ku rê ji Îsraîlê re xweş bikin ku me bombebaran bike."
Di dawiya axaftina xwe de, Serokê Îranê careke din tekez kir, welatê wî ne li pey çêkirin an jî bidestxistina çekê atomî ye û soz da ku ew ê "hewldanên dijminên Tehranê têk bibin."