Barrot: Fransa di pêvajoya veguhertina piştî Esed de piştgiriyê dide Kurdên Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Fransa, di nav rageşiyên nû yên herêmî de, piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd li Sûriyeyê dubare kir û bang kir, pêwîst e Kurd bi awayekî tam di pêvajoya ji nû ve avakirina Sûriyeyê ya piştî Esed de cih bigirin. Ev helwest di bersiveke fermî de hat ku Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot di 2ê Hezîranê de ji Senator Pascal Savoldelli re şandibû.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot di nameya xwe de, tekezî li ser pabendbûna Fransayê bi gelê Kurd re li Rojavayê Kurdistanê û daxwazên wan ên demokratîk kir. Nameya wî bersiv bû ji nameya Senator Savoldelli re ya meha Çileyê, ku tê de hişyarî dabû Parîsê ku "dev ji hevpeymanên xwe yên dîrokî yên Kurd bernede."
Barrot tekez kir, "divê Kurd karibin bi tevahî beşdarî ji nû ve avakirina neteweya xwe bibin" û di qonaxa veguhêz a siyasî ya Sûriyeyê de, mafên wan ên welatîbûnê û çandî bi temamî bên naskirin.
Daxuyanî piştî hişyariyan hat
Daxuyaniya Wezîrê Fransî piştî banga Senator Savoldelli yê ji Partiya Komunîst hat, ku di Çileya 2025an de hişyarî li ser zêdebûna êrîşên hêzên Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê li ser herêmên Kurdî yên weke Minbic û Dêrezorê dabû.
Fransa bi awayekî çalak tevdigere
Barrot diyar kir, Fransa bi awayekî çalak piştgiriya hikûmeta demkî ya nû di bin serokatiya Ehmed Şera de dike û peymana di 10ê Adarê de di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Şamê de weke "gaveke erênî ya yekemîn" ber bi yekkirina welat ve dibîne.
Herwiha diyaloga berdewam a Fransayê bi Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî re piştrast kir û da zanîn ku di 23ê Nîsanê de li Hewlêrê bi wî re hevdîtin pêk aniye.
Barrot hewldanên navbeynkariyê yên Fransayê di navbera Kurdên Sûriyeyê û Tirkiyeyê de û herwiha di navbera aliyên Kurdî de aşkera kir, ku armanca wan xurtkirina aramiya herêmî û rêgirtina li pêş pevçûnên zêdetir e.
Ev daxuyanî weke yek ji helwestên herî bihêz ên hikûmeta Fransayê piştî rûxana rêjîma Beşar Esed tê dîtin û nîşan dide ku Fransa dixwaze roleke dîplomatîk a çalak di avakirina Sûriyeya nû de bilîze, bi awayekî ku doza Kurdî di navenda wê de be.