KCK: Em polîtîkayên şer bi tundî şermezar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê derbarê êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê de di daxuyaniyek de, polîtîkayên şer bi tundî şermezar kir û diyar kir ku şer ji bilî êş, mirin û wêraniyê tiştekî bi xwe re nayne û bang li hemû aliyan kir ku dev ji şer berdin û bi rêya siyaseta demokratîk û diyalogê pirsgirêkan çareser bikin.

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) îro 13ê Hezîranê di daxuyaniyê de got, êrişên asmanî yên Îsraîlê, şerê ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve zirarên mezin dide gelan, hîn zêdetir kûr kiriye. 

KCK: Em vî şerê ku li gelan dide windakirin şermezar dikin."

KCK'ê destnîşan kir: "Şerê ku bi destê dewletan bi armanca desthilatdarî û hegemonyayê tê pêşxistin, bi tu şêweyê ji pirsgirêkan re nabe çareserî û êşên mezin dide gelan. Em vî şerê ku li gelan dide windakirin û rê li ber hilweşandin û zirarê vedike, şaş dibînin û şermezar dikin."

"Çareserî ne şer e, siyaseta demokratîk e"

KCK'ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wek riya çareseriyê nîşan da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em di wê baweriyê de ne ku divê pirsgirêk bi rêbaza siyaseta demokratîk û muzakereya demokratîk a ku Rêber Apo daniye holê, werin çareserkirin. Em bang li her kesî dikin ku ne bi şer lê bi siyaseta demokratîk, diyalog û muzakereyê pirsgirêkan çareser bikin."

 

 
Fly Erbil Advertisment