Bakirhan ji Îranê re: Heta pirsgirêkên navxweyî çareser nekin, hûn ê bibin armanca êrîşan

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derbarê aloziya Îran-Îsraîlê de hişyarî li Tehranê kir. Bakirhan diyar kir ku polîtîkayên înkarê yên Îranê yên li hember pêkhateyên cuda, welat li hember destwerdanên derve lawaz dihêle û "ji êrîşan re dawetnameyê derdixe".
Bakirhan îro di dema serdana wî ya ji bo navenda Partiya Mirov û Azadiyê (PİA) de tekez kir, her çend ew li dijî polîtîkayên êrîşkar ên Îsraîlê bin jî, divê Îran sedemên ku wê dikin hedefa êrîşan ji holê rake.
Bakirhan got: "Îran ji ber ku cudahiyên di nava xwe de înkar dike, zemîneke guncaw ji bo êrîşa Îsraîlê amade dike. Eger ev polîtîka bidome, îro Îsraîl êrîş dike, sibe dê hêzeke din bike aramnc."
Bakirhan tekez kir, li pêşiya Îranê du rê hene û wiha pê de çû: "Rêya yekem ev polîtîkaya heyî ye ku welat ji êrîş û destêwerdanên derve re vekirî dihêle. Rêya duyem û ya rast jî ew e ku Îran demildest vegere nava xwe û hemû pirsgirêkên xwe li ser bingeheke demokratîk û bi mekanîzmayeke rast çareser bike."
Hevserokê DEM Partiyê destnîşan kir, çareseriya bingehîn ji bo Îranê, demokratîkbûn e û got, "Divê Îran rêzê li hemû pêkhate û cudahiyên li welêt bigire, mafên wan qebûl bike û pirsgirêkan bi rêyên diyalog û danûstandinên aştiyane çareser bike. Ev yek dê Îranê ji destwerdanên derve biparêze."