Peyama Wezîrê Derve yê Îranê ji Amerîka û welatên navçeyê re

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî ragihand, delîl di destê wan de hene ku Amerîka piştgiriyê dide êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê û divê Washington berpirsiyariya vê yekê hilgire. Araqçî herwiha tekez kir, Îran naxwaze şer berfireh bibe, lê dê mafê xwe yê enerjiya atomî biparêze. 

Wezîrê Derve yê Îranê, Ebbas Araqçî îro 15ê Hezîranê di daxuyaniyekê de got: "Amerîka hevparê Îsraîlê ye di êrîşên li ser Îranê de û divê berpirsiyariyê hilgire. Îsraîl nikare bêyî piştgiriya Amerîkayê di êrîşên xwe de berdewam be. Delîlên me hene ku Amerîka di van êrîşan de piştgiriya Îsraîlê dike."

Araqçî hişyarî da û got ku "her pêşketineke leşkerî li herêma Kendavê, dibe ku bandorê li tevahiya herêm û cîhanê bike" û wiha pê de çû: "Em naxwazin şer berfireh bikin, heya ku bi ser me de neyê sepandin."

Derbarê helwesta navdewletî de, Araqçî got: "Em bawer dikin ku civaka navdewletî dê bi tundî êrîşên Îsraîlê yên li ser santralên me yên atomî şermezar bike."

"Em ji mafê xwe yê atomî nayên xwarê"

Li ser mijara peymana atomî, Wezîrê Derve yê Îranê helwesta welatê xwe bi zelalî anî ziman û got: "Em amadeyî ti peymaneke wisa nînin ku me ji mafê bidestxistina enerjiya atomî bêpar bihêle. Îsraîl ne peymaneke atomî û ne jî çareseriyeke dîplomatîk dixwaze."

Araqçî diyar kir ku armanca êrîşên Îsraîlê têkdana danûstandinan e û got: "Ji sala 2021an ve me danûstandin dikir ji bo ji nû ve destpêkirina peymana atomî, lê Îsraîlê êrîşî navenda atomî ya Netenzê kir. Tişta ku Îsraîl niha li Netenzê dike, bi hevkariya Amerîkayê, armanca wê têkdana danûstandinan e."

Di dawiyê de, Araqçî bang li Amerîkayê kir û got: "Em li bendê ne ku Washington niyeta xwe ya pak nîşan bide û êrîşên Îsraîlê yên li ser navendên me yên atomî şermezar bike."

 
 
Fly Erbil Advertisment