Di 3 rojan de zêdetirî 10 hezar geştyar ji Hacî Omeranê vegeriyane Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê de, di nava sê rojên borî de hejmareke mezin a geştiyarên ji Herêma Kurdistanê û bajarên Iraqê ku ji bo pîrozbahiya cejnê û geştê çûbûn Îranê, ji ber tirsa şer vegeriyan welatê xwe. Li gorî amarên fermî, tenê ji Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran 10 hezar kes vegeriyane.
Rêveberê Niştecîbûn û Pasportan ê Deriyê Sînorî yê Navdewletî yê Hacî Omeran Salar Tehsîn ji K24 re ragihand, ji roja Înê heta îro, 10 hezar geştiyarên ji Herêma Kurdistanê û bajarên Iraqê yên ku ji bo geşt û seyranê û derbaskirina betlaneya cejnê çûbûn Îranê, vegeriyane.
Salar Tehsîn hûrgiliyên vegerê jî eşkere kir û got: "Roja Înê, ku roja yekem a êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê bû, 5,200 geştiyar û duh Şemiyê jî 4,400 geştiyar vegeriyan Herêma Kurdistanê."
Herwiha d Omeran Salar a zanîn ku vegera geştiyaran li Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran berdewam e.
Ev geşedan di demekê de ye ku şerê di navbera herdu welatan de roja Înê, 13ê Hezîrana 2025an, bi êrîşeke berfireh a Îsraîlê ya li ser bi dehan baregehên leşkerî û navendên atomî yên Îranê dest pê kir. Wek bersiv, Îranê jî bi sedan mûşek arasteyî Îsraîlê kirine.
Rêberê Bilind ê Îranê, Elî Xamineyî, gef li Tel Avîvê xwariye û gotiye ew ê "bedeleke giran" bidin. Ji aliyê xwe ve, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandiye ku welatê wî beşdarî şer nebûye lê dikare di demeke kurt de alozîyan rawestîne.
Tevî bangawaziyên civaka navdewletî yên ji bo ragirtina şer, ti aliyek îşareta paşvekişandinê nade. Medyaya Amerîkî jî li ser zarê berpirsên Koşka Spî pêşbînî dike ku ev şer ne çend rojan, lê belê dibe ku çend hefteyan bidome.