Sûdanî û Erdogan li ser dawî pêşhatên deverê gengeşeyan dikin

Sûdanî û Erdogan
Sûdanî û Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya telefonê axivîn.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Yekşem, 15ê Hezîrana 2025ê) bi rêya telefonê axivîn.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê parve kir ku, herdu aliyan di wê peywendiya telefonî de li ser dawî pêşhatên deverê gengeşe kirin, herwesa tekez li ser girîngiya hevahengiyê ji bo mijarên cuda cuda û yekkirina bizavan ji bo bilindkirina ewlehî û tenahiya deverê kir.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê amaje jî da ku, herdu aliyan êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê şermezar kirin, ku dibin sedema şerekî berfirehtir li deverê, pêdivîtiya vê yekê jî bi helwesteke yekgirtî ya welatan heye, bi taybetî jî welatên Îslamî ji bo ku li dijî vî şerî rabiwestin.

Serokwezîrê Iraqê binpêkirina serweriya welatê xwe û destdirêjîkirina li ser asmanê welatê xwe, ku binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî ye, bi tundî şermezar kir, herwesa piştgiriya Iraqê ji bo vexwandina civîna wezîrên derve yên welatên Îslamî li Stenbolê ji bo gengeşekirina pêşhatên vê dawiyê tekez kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê jî ji aliyê xwe ve piştgiriya xwe ji bo serweriya Iraqê tekez kir, herwesa bizavên hikûmeta Iraqê ji bo parastina serweriyê û rêgirtina li tevlîbûna di nav şer û hevrikiyan de ragihand.

 
Fly Erbil Advertisment