Israel Hayom: Putin ji Xamineyî re gotiye ku bi Amerîkayê re dîsa dest bi danûstandinan bike

Navenda Nûçeyan (K24) - Medyaya Îsraîlê ragihandiye, “Putin ji Xamineyî re gotiye ku desthilata wî di metirsiyê de ye.”
Rojnameya Israel Hayomê ya Îsraîlî ragihand ku, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştî axaftina bi telefonê ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re, haydarî daye Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî û jê re gotiye, “Desthilata te di metirsiyê de ye.”
Çavkaniyekê ji wê rojnameya Îsraîlî re gotiye ku, Putin li ser daxwaza Îranê bi rêya telefonê bi Trump re axivîye û encamê danûstandinan ji Xamineyî re ragihandiye.
Her li gorî wê çavkaniyê, Serokkomarê Rûsyayê şîret li Rêberê Bilind ê Îranê kirine ku di zûtirîn dem de dîsa bi Amerîkayê re dest bi danûstandinan bik, herwesa rasterast ferman daye ku Balyozxaneya Rûsyayê ya li Tehranê bê daxistin.
Ev şer li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) hatoyue destpêkirin, ku Îsraîlê bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.
Li gorî amarên Wezareta Tendirustiyê ya Îranê, ji destpêka êrîşên Îsraîlê yên li ser wî welatî heta êvara duhî (Yekşem, 15ê Hezîrana 2025ê), 244 kes hatine kuştin û zêdetirî hezar û 480 kesan jî birîndar bûne.