G7: Mafê Îsraîlê yê xweparastinê heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberên welatên Koma Heft (G7) di daxuyaniyeke hevpar de piştgiriya xwe ji bo mafê Îsraîlê yê xweparastinê ragihandin û tekez kirin ku divê Îran ti carî nebe xwedî çeka atomî.
Di daxuyaniya ku ji aliyê heft welatên mezin ên demokratîk ve hat weşandin de, helwesteke tund li hember Îranê hat nîşandan.
Koma G7 ku ji Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya, Japon û Kanadayê pêk tê, li ser wê yekê hevnêrîn e ku "divê Îran ti carî nebe xwedî çeka atomî."
Di daxuyaniyê de herwiha hat dûbarekirin ku "mafê Îsraîlê heye berevaniyê li xwe bike" û piştgiriya xwe ji bo ewlehiya Îsraîlê anîn ziman.
Di heman demê de, welatên G7 daxwaza kêmkirina aloziyên berfirehtir li Rojhilata Navîn kirin û di vê çarçoveyê de banga agirbestekê li Xezeyê jî kirin.