Almanya: Ti planeke me ji bo vegerandina malbatên DAIŞê yên li Sûriyeyê nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Almanyayê ragihand, ti planeke welatê wan ji bo vegerandina endamên DAIŞê yên welatiyên Alman in û li Rojavayê Kurdistanê girtî ne, tune ye. Ev daxuyanî wek bersivek ji bo malbatên wan endamên DAIŞê hat dayîn.
Berdevkekî Wezareta Derve ya Almanyayê di daxuyaniyekê de tekez kir, ti planeke welatê wî ji bo vegerandina wan welatiyên Alman ên ku ji ber endamtiya DAIŞê li girtîgehên Rojavayê Kurdistanê ne, nîne û got, "Wezîrê Derve ev yek bi xwe ji malbatên wan kesan re ragihandiye."
Berdevkê Wezaretê herwiha got, "Em ji hest û nîgeraniyên malbat û xizmên wan welatiyên Alman têdigihîjin."
Derbarê pirsa darizandina endamên DAIŞê yên Alman de, Berdevkê Wezaretê bal kişand ser wê yekê ku ew di vê mijarê de bi "hikûmeta nû ya Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser re, ku aliyên pêwendîdar ên vê pirsê ne, di nava guftûgoyan de ne."
Kampa Holê dikeve başûrê bajarokê Holê yê ser bi parêzgeha Hesekê ve. Dora 37 hezar kes ji zêdetir ji 60 welatan li dimînin, beşek ji wan jî jin û zarokên DAIŞê ne.
Rêvebiriya Xweser jî dibêje, pêwîstiya van malbatan bi destêwerdaneke navdewletî heye û bang li welatên cihanê dike, ta ku welatiyên xwe ji kampan webigirin.