Erdogan: Netanyahu li ser ewlehiya deverê mezintirîn gef e

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Tirkiyeyê amajeyê dide ku, Serokê Tirkiyeyê di pêwendiyeke telefonî de bi Mîrê Qeterê re rexne li Serokwezîrê Îsraîlê girtiye. Tekez jî kiriye ku, bizavên wan ji bo bidawîanîna tundûtîjiyê dê berdewam bin.
Serokatiya Tirkiyeyê îro (Sêşem, 17ê Hezîrana 2025ê) ragihand, “Serokêkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya telefonê bi Mîrê Qeterê Temîm Hemed Al-Sanî re axivî û her du aliyan li ser pêşhatên leşkerî yên deverê gengeşe kirin.
Serokatiya Tirkiyeyê amaje jî da, “Erdogan di wê peywendiya telefonî de tekez jî kir ku, bizavên wan ji bo bidawîanîna tundûtîjiyê dê berdewam bin.” Herwesa got, "Netanyahu ser ji nû ve tekez kir ku ew li ser ewlehiya deverê mezintirîn gef e."
Serokê MHPê Devlet Bahçeli jî her îro ragihand, “Di şerî de serkeftin tune, di aştiyê de gelek serkeftin hene. Divê şerê Îsraîl û Îranê tavilê bê rawestandin.” Herwesa got, “Armanca dawiyê ya Îsraîlê ew e ku pêvajoya Tirkiyeyeke Bêteror têk bibe. Armanca Îsraîlê dorpêçkirina Anadolê ye.”
Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) ron jî kir, "Êrîşa tevalî ya Îsraîlê li ser Îranê li roja 13ê Hezîranê dever jî û cîhan jî xistiye nav dudilî û tirsê.”
Devlet Bahçeli amaje jî da, "Şerê di navbera Îran û Îsraîlê de rêyê li ber şerekî nû xweş dike, ku şerê atomî ye û roj bi roj kûrtir û bibandortir diyar dibe."
Navbirî tekez jî kir, "Îsraîl kujereke kirêkirî ya emperyalîzma cîhanî ye, neyar û dijbera biserxistina aştî û tenahiya navneteweyî ye û hemî qanûnên mirovî û navneteweyî binpê kirine."