Îsraîl: Me li Tehranê 60 firokeyên şer û 20 baregehên leşkerî têk birin

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê ragihand, firokeyên wê yên şer di operasyoneke berfireh de, navendên pêşxistina çekên etomî û gelek baregehên serbazî yên Îranê li Tehranê û derdora wê bombebaran kirine.
Artêşa Îsraîlê îro 19ê Hezîranê di daxuyaniyekê de ku li ser tora civakî ya Telegramê belav kir, ragihand, di çend saetên borî de bi 60 firokeyên şer êrîş biriye ser zêdetirî 20 baregehên serbazî yên Îranê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, di nav van armancan de, navendên pêşxistina çekên etomî û cihên hilberandina mûşekan li paytext Tehranê jî hene.
Li gorî daxuyaniya artêşê, di êrîşan de ev der hatine armanckirin:
- Navendên hilberandina çekên etomî.
- Kargehên çêkirina sentrîfugan (alavên pîtandina uranyumê).
- Cihên lêkolîn û pêşxistinê yên girêdayî projeya etomî ya rejîma Îranê.
- Kargehên ku madeyên xav û pêkhateyên ji bo çêkirina mûşekan hildiberînin.
- Baregehên hilberandina sîstemên berevaniya hewayî yên Îranê.
Artêşa Îsraîlê tekez kir: "Em ê êrîşên xwe yên li dijî projeya pêşxistina çekên etomî ya Îranê bidomînin, da ku gelê sivîl ê dewleta Îsraîlê biparêzin."
Ziyanên êrîşa Îranê li gorî Îsraîlê
Ev êrîşên Îsraîlê weke bersivekê tên dîtin. Li gorî daneyên ku Îsraîlê belav kirine, Îranê bi zêdetirî 400 mûşekên balîstîk û bi hezaran dronan êrîşî Îsraîlê kiriye û di encamê nêzîkî 25 kesan canê xwe ji dest dane û nêzîkî 600 kes jî birîndar bûne.
Her wiha hat gotin, 800 dronên Îranê beriya ku bigihêjin asîmanê Îsraîlê hatine bêbandorkirin û çar hezar welatiyên sivîl neçar mane malên xwe biterikînin.
Plana operasyona Îsraîlê
Rojnameya Îsraîlî "The Jerusalem Post" jî amaje bi wê yekê dike, ji ber êrîşên pêşwext ên artêşa Îsraîlê, leza êrîşên Îranê kêm bûye. Artêşa Îsraîlê jî ragihand, ji sedî %40 ji mûşekên balîstîk ên Îranê û navendên fermandarî û kontrolê yên Îranê jinav birine.
Berdevkê serbazî yê Îsraîlê duh Çarşemê di raporekê de aşkera kir: "Ji destpêka êrîşan ve, ku berbanga roja Înê dest pê kir, Hêzên Asmanî yên Îsraîlê bi sedan êrîş pêk anîne û zêdetirî 1100 armanc li nav Îranê bombebaran kirine. Nêzîkî 200 firokeyên şer ên curbecur beşdarî vê operasyonê bûne."
Ji aliyekî din ve, rêxistineke mafên mirovan a Îranî ragihand, di encama van êrîşan de nêzîkî 600 kes hatine kuştin.