Li bajarkê Teqteqê dronek ket

Navenda Nûçeyan (K24) - Dronek li gundê Tazedêyê yê Teqteqê ket lê ti zirarên canî nebûn.

Li gundê Tazedêyê yê Komelgeha Sêgirdkanê ya bajarkê Teqteqê, îro (Pêncşem, 19ê Hezîrana 2025ê) dronek ket.

Endamê Encûmena Gundê Tazedêyê Mehmûd Ebdula ji peyamnêrê Kurdistan24ê Aras Emîn re got, “Ew dron li derveyî gund ket nav pirêzekê û agir berbû pûş û pawanê wê derê, lê zirarên canî nebûn.”

Dijeterora Kurdistanê jî duhî (Çarşem, 18ê Hezîrana 2025ê) di ragihandinekê de eşkere kir, “Duhî seet 6:43 ê êvarê, dronekeke bombekirî li nêzîkî gundê Şêrawayê hat pûçkirin û êxistin.”

Dijeterora Kurdistanê herwesa got, “Baş bû, êxistina wê dronê ti zirarên madî û canî nebûn.”

 
Fly Erbil Advertisment