Rûsya ji Amerîkayê re: Agirê çekê atomî hil nekin

Dmitry Peskov
Dmitry Peskov

Navenda Nûçeyan (K24) - Kremlin li ser berteka bikaranîna çekê teknîkî yê atomî li Îranê haydariyê dide Wîlayetên Yekgritî yên Amerîkayê û dibêje, “Ev yek dê pêşhateke karesatbar be.”

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov îro (În, 20ê Hezîrana 2025ê) ragihand, “Bikaranîna çekê teknîkî yê atomî ji aliyê Amerîkayê ve li dijî Îranê dê bibe pêşhateke karesatbar.”

Ev daxuyaniya Peskov wek bersivekê bû ji bo wan raportên rojnamevanî yên ku behsa ihtîmala tevlîbûna Amerîkayê di şerê Îsraîl û Îranê de dikin.

Asta aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê de ji dema hefteya borî ve zêde bûye, piştî ku rûbirûbûnên leşkerî di navbera Îsraîl û Îranê de hatin destpêkirin û her roj mûşek û dronên bombekirî diavêjin yek.

Tevlîbûna Amerîkayê di şerê di navbera Îsraîl û Îranê de ji bo êrîşkirina ser projeyên atomî yên Îranê di medyaya cîhanê de bûye mijara nîqaşên girîng. Medya li wê bawerê ne, ku tevlîbûna Amerîkayê di wî şerê Rojhilata Navîn de pêşhateke xeternak e ku agirê wî şerî mezin bibe û deverê bişewitîne.

Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.

Îranê jî derengê şeva Înê ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand û bi sedan mûşekên balîstîk avêtin Tel Evîvê. Sîstema bergiriya asmanî ya Îsraîlê rê li piraniya wan girt. Lê hejmareke wan ket û çend avahî û xanî wêran bûn.

 
Fly Erbil Advertisment