Îranê bîlançoya şer ragihand: 430 kes hatine kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di şerê ku zêdetirî hefteyekê ye di navbera Îran û Îsraîlê de berdewam dike, her du alî bîlançoya qurbaniyan eşkere kirin. Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand, 430 kes hatine kuştin. Îsraîlê jî diyar kir, 25 kes di êrîşên Îranê de jiyana xwe ji dest dane. Her du welat hev bi armanckirina sivîlan tawanbar dikin.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê îro 21ê Hezîranê di daxuyaniyekê de ragihand, ji destpêka êrîşên Îsraîlê ve 430 kes hatine kuştin û zêdetirî 3500 kesên din jî birîndar bûne. Wezaretê tekez kir ku piraniya qurbaniyan welatiyên sivîl in.

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin, Îsraîlê ji destpêka şer ve bi mebest çendîn nexweşxane bombebaran kirine, ku ev yek bûye sedema ziyeneke mezin û rawestandina xizmetên tenduristiyê li wan navendan.

Rewşa li Îsraîlê

Ji aliyê din ve, li gorî saziya alîkariya lezgîn a Îsraîlê, di encama êrîşên moşekî yên Îranê de herî kêm 25 kes hatine kuştin û nêzîkî 800 kesên din jî birîndar bûne. Berpirsên Îsraîlî dibêjin ku Îran bi qestî navendên niştecihbûnê û welatiyên sivîl dike armanc.

Şer di berbanga roja Înê, 13.06.2025an de dest pê kir, dema ku Îsraîlê bi zêdetirî 200 firokeyên şer bi dehan baregehên serbazî û navendên atomî li Tehran û gelek cihên din ên Îranê bombebaran kirin. Di wan êrîşan de hejmarek berpirsên payebilind ên serbazî û zanyarên atomî yên Îranê hatibûn kuştin.

Îran jî wek bersivdana van êrîşan, rojane bi dehan moşekan diavêje ser paytext Tel Avîv û parêzgehên din ên Îsraîlê.

 
Fly Erbil Advertisment