Erdogan: Em nahêlin Sykes-Picot'eke nû li herêmê bê kişandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya li Civîna Wezîrên Karên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî de, bi tundî êrîşên Îsraîlê şermezar kir û got: "Em ê destûr nedin ku nîzameke nû ya Sykes-Picot ku sînorên wê bi xwînê bên kişandin, li herêma me bê avakirin."

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro 21ê Hezîranê di 51emîn Civîna Konseya Wezîrên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî (RHÎ) de axaftineke girîng kir û bal kişand ser aloziyên li herêmê.

"Em Nahêlin sînor bi xwînê werin kişandin"

Erdogan di beşekê ji axaftina xwe de, amaje bi peymana Sykes-Picot kir ku sînorên heyî yên Rojhilata Navîn diyar kiribûn û got: "Wek Tirkiye, ez li vir bi awayekî girîng tekez dikim ku em ê destûr nedin ku li herêma me nîzameke nû ya Sykes-Picot a ku sînorên wê bi xwînê bên kişandin, bê damezrandin."

"Êrîşên Îsraîlê rêbirî ye, Netanyahu wek Hitler e"

Erdogan êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezze, Libnan, Yemen, Sûriye û herî dawî Îranê wek "rêbirî" (haydutluk) pênase kir û got: "Ev êrîş di demekê de pêk tên ku danûstandinên li ser programa atomî ya Îranê zêde bûne, ev yek helbet balkêş e."

Serokkomarê Tirkiyeyê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi serokê Naziyan Adolf Hitler re danî ber hev û wiha axivî: "Çawa ku 90 sal berê tîrêja ku Hitler vêxist, cîhan xiste nav agir, mebestên siyonîst ên Netanyahu jî ji bilî kişandina dinyayê ber bi felaketê ve, ti armanceke din nagirin."

Erdogan herwiha piştgiriya xwe ji bo Îranê anî ziman û got: "Tu gumana me jê nîne ku gelê Îranê bi hevgirtina xwe û bi ezmûna xwe ya dewletî ya xurt dê van rojên zehmet jî derbas bike."

Di beşeke din a axaftina xwe de, Erdogan bal kişand ser rewşa Xezzeyê û got: "Du milyon xwişk û birayên me yên li Xezzeyê dijîn, ev 21 meh in di şert û mercên ku kampên komkirinê yên Naziyan jî li paş dihêlin, ji bo jiyanê têdikoşin."

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment