ENKS piştî avakirina “Şanda Kurdî” rola xwe dibirxîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di civîna xwe ya asayî de, bi kûrahî rewşa siyasî ya piştî "Konferansa Yekrêziya Helwesta Kurdî" nirxand. ENKS'ê bal kişand ser avakirina "Şanda Kurdî ya Hevbeş" û hevdîtinên navneteweyî û tekezî li ser pêwîstiya aktîfkirina rola xwe li gorî pêşhatên nû yên li Sûriye û herêmê kir.

Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) roja Înê, 20ê Hezîrana 2025an, civîna xwe ya asayî bi amadebûna hemû endaman li dar xist û îro 21ê Hezîranê naveroka civînê di daxuyaniyekê de aşkere kir.

Nirxandina pêşhatên siyasî û Şanda Hevbeş a Kurdî

Xala yekem a civînê, nirxandina pêşhatên siyasî yên dawî bû. Serokê ENKS'ê behsa geşedanên ku piştî lidarxistina "Konferansa Yekrêziya Rêz û Helwesta Kurdî" çêbûne, kir. Di vê çarçoveyê de, bal hat kişandin ser pêngava girîng a avakirina Şanda Kurdî ya Hevbeş û hevdîtinên ku bi aliyên navneteweyî yên pêwendîdar bi pirsgirêka Sûriyeyê re hatine kirin.

Beşdarên civînê bi yekdengî tekezî li ser wê yekê kirin, divê ENKS rola xwe li gorî pêşhatên niha yên li Sûriye û herêmê aktîf bike û bi bandortir beşdarî proseya siyasî bibe.

Mijarên din ên civînê

Di civînê de herwiha ev mijar hatin gotûbêjkirin:

Rewşa Herêmî û Navneteweyî: Beşdaran bandora neyînî ya şerê di navbera Îsraîl û Îranê de li ser herêmê nirxandin û banga diyaloga aştiyane ji bo çareserkirina pirsgirêkan kirin. Wan daxwaz kir ku civaka navneteweyî berpirsiyariyên xwe ji bo misogerkirina ewlehî û aramiya herêmî pêk bîne.

Hilbijartin û Avakirina Sûriyeya Nû: Civînê li ser biryara Serokê Hikûmeta Veguhêz Ehmed El-Şera, ya ji bo avakirina Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclisa Gel sekinî. Hat tekezkirin ku ji bo çareseriyeke dadwerane ya doza Kurdî û diyarkirina nasnameya dewleta nû ya Sûriyeyê, divê bi Tevgera Siyasî ya Kurd re danûstandin bên kirin.

Amadekariyên Kongreya 5emîn: Amadekariyên ji bo lidarxistina Kongreya Pêncemîn a ENKS'ê hatin gotûbêjkirin û hat tekezkirin ku divê di demeke nêz de rêziknameya hilbijartinê û rêjeyên nûnertiyê bên diyarkirin da ku beşdariyeke berfireh misoger bibe.

Di dawiya civînê de, tekezî li ser girîngiya berdewamkirina karê hevbeş di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê de ji bo gihîştina dewleteke demokratîk ji bo hemûyan, hat kirin.

 
Fly Erbil Advertisment