Li bakurê Tehranê elektrîk hat qutkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku, wan hejmareke nû ya êrîşan kiriye ser bingehên mûşekan û jêrxaneya leşkerî li rojavayê Îranê.

Artêşa Îsraîlê îro (Duşem, 23ê Hezîrana 2025ê) ragihand ku, wan hejmareke nû ya êrîşên kiriye ser başûrê rojavayê bajarê Tebrîzê, Kirmnaşan, Kerec û Tehranê, tevî bingeha giştî ya artêşa Pasdaran li Tehranê.

Medyaya Îranê jî ragihand ku, dengê teqînan li Kerec û Tehranê hatiye bihîstin, herwesa yekîneya zêrevaniyê, rêveberî, dadgeh û deriyê çûna hundir ê girtîgeha Ewînê jî hatine bombebarankirin.

Ajansa Reutersê ya Nûçeyan jî ji aliyê xwe ve ragihand, "Ji ber êrîşên Îsraîlê, elektrîk li bakurê Tehranê qut bûye."

Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.

Îranê jî derengê şeva Înê ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand û bi sedan mûşekên balîstîk avêtin Tel Evîvê. Sîstema bergiriya asmanî ya Îsraîlê rê li piraniya wan girt. Lê hejmareke wan ket û çend avahî û xanî wêran bûn.

 
Fly Erbil Advertisment