Wezîrê Derve yê Brîtanyayê: Divê em çareseriyek ji bo bernameya atomî ya Îranê bibînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Brîtanyayê David Lammy derbarê aloziya li Rojhilata Navîn de ragihand, welatê wî dê her tiştî bike ji bo parastina keştiyên xwe yên bazirganiyê yên li Tengava Hurmuzê. Lammy di heman demê de got, "Em niha nikarin encamên rewşa Rojhilata Navîn pêşbînî bikin."
David Lammy îro 23ê Hezîranê di axaftina xwe li Parlamentoya Brîtanyayê de, bal kişand ser girîngiya dîplomasiyê û got: "Pêwîst e em bilez çareseriyekê ji bo bernameya atomî ya Îranê bibînin û divê em aliyan han bidin, da ku vegerin ser maseya danûstandinan."
Lammy hişyarî da Îranê û got: "Me ji Îranê re ragihandiye ku girtina Tengava Hurmuzê dê çareseriya dîplomatîk zehmetir bike. Em ê her tiştî bikin ji bo parastina keştiyên xwe." Herwiha amaje bi daxuyaniyên Amerîka û Îsraîlê kir û got, wan ragihandiye ku "komên çekdar ên ser bi Îranê ve lawaz kirine".
Ev daxuyanî di demekê de tên ku Lammy hefteya borî, roja 16ê Hezîranê, li parlamentoyê hişyarî dabû û gotibû ku "herêm di rewşeke xeternak re derbas dibe û em pêşbînî dikin di rojên pêş de ji her du aliyan ve êrîş zêdetir bibin."