Berdevkê AK Partiyê: Proseya "Tirkiyeya Bêteror" berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Omer Çelîk, ragihand, proseya wan a bi navê "Tirkiyeya Bêteror" li gorî plana ku hatiye danîn berdewam e. Çelîk tekez kir, armanca sereke bêçekkirina PKKê ye û ev pêvajo ji aliyê artêş û saziya îstixbaratê ve tê şopandin.
Omer Çelîk îro 23ê Hezîranê di daxuyaniya xwe de got: "Proseya Tirkiyeya Bêteror, weke ku me plan kiriye, berdewam e. Ji bo ku em di dema diyarkirî de bigihîjin encamê, civîn û xebatên me didomin. Stratejiyeke me ya gihîştî derbarê armanca Tirkiyeyeke bê teror de heye û ev pêvajo ji bo aştiya herêmê pir girîng e."
Derbarê mekanîzmaya pêvajoyê de, Çelîk got: "Pêvajoya danîna çekan a PKKê, ji aliyê artêş û saziya me ya îstixbaratê ve bi rêya mekanîzmayeke piştrastkirinê tê şopandin. Di vê qonaxê de armanca me ya sereke ew e ku rêxistin çekan dayne û ev yek were piştrastkirin."
Berdevkê AK Partiyê herwiha tekez kir, divê pêvajo di dema xwe de bidawî bibe û got, "Pêwîst e ev pêvajo bêyî ku dirêj bibe, bigihîje encamê. Bêguman Tirkiye serwerê mijarên xwe yên navxweyî ye û polîtîkayên xwe bi cih tîne."