Îro lûtkeya NATOyê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e îro civîna Lûtkeya NATOyê bi tevlîbûna 32 serok û serokwezîran li bajarê Denhagê yê Holandayê bê lidarxistin.

Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Leşkerî yê Holandayê Gijs Tuinman îro (Sêşem, 24.06.2025) ji peyamnêrê Kurdistan24ê Barzan Hesen re ragihand, "Ev ji çar mehan zêdetir e ku em amadekariyên vê lûtkeyê dikin."

Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Leşkerî yê Holandayê amaje jî da, “Zêdetirî 27 hezar polîs û 12 hezar leşkeran dê ewlehiya vê lûtkeyê biparêzin.”

Gijs Tuinman eşkere jî kir, "Zêdetirî 2 hezar rojnamevanan ji çar aliyên cîhanê hatine û li vê derê civînan romal dikin.”

Lûtkeya NATOyê dê du rojan berdewam be û biryar e ku gengeşe li ser çend mijaran bên kirin, wekî agirbesta navbera Îsraîl û Îranê, şerê Ukrayna û Rûsyayê û herwesa zêdekirina xerciyên bergiryê yên welatan bi rêjeya 5%.

Dawî lûtkeya NATOyê par li Amerîkayê hat lidarxistin û îsal jî dê bi serokatiya 32 serok û serokwezîran li Holandayê bê lidarxistin.

 
Fly Erbil Advertisment