Serokê Îranê: Eger Îsraîl pabend be, em jî dê pabendî agirbestê bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand, eger Îsraîl agirbestê binpê neke, welatê wî jî dê pabendî agirbestê bibe.
Pizîşkiyan ev daxuyanî îro 24ê Hezîrana 2025an, di peywendiyeke telefonî de ligel Serokwezîrê Malezyayê Enwer Îbrahîm da.
Li gorî daxuyaniyê, Pizîşkiyan gotiye: "Eger Îsraîl agirbestê binpê neke, Îran jî dê binpê neke û dê pabendî agirbestê bibe." Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku "Îran amade ye ji bo bidestxistina mafên xwe vegere ser maseya danûstandinan."
Serokomarê Îranê herwiha behsa rewşa navxweyî ya welatê xwe kir û got: "Îsraîl û hevpeymanên wê dixwestin sûdê ji nerazîbûnên xelkê Îranê wergirin, lê welatiyên Îranê selmandin ku tevî kêşe û pirsgirêkên xwe, li hemberî êrîşa dijmin yekdil û yekdeng sekinîn."
Ev daxuyanî piştî wê yekê tê, Serokê Amerîkayê Donald Trump îro danê sibê di parvekirineke xwe de li ser tora civakî "Truth Social", lihevkirinek ji bo "agirbesteke berfireh û temam" di navbera Îran û Îsraîlê de ragihandibû. Li gorî Trump, ev lihevkirin dê "dawî li şer bîne".