Pizîşkiyan: Gelê Îranê serkeftineke mezin tomar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand, Îsraîlê bi "serkêşiyên xwe" şer bi ser wan de ferz kiriye û da zanîn, Îraniyan "serkeftineke mezin" tomar kiriye.
Medyaya Îranê îro 24ê Hezîranê belav kir, Pizîşkiyan peyamek arasteyî gelê Îranê kiriye û pîrozbahiya "serkeftina mezin a li hember Îsraîlê" li wan kiriye. Herwiha tekez kir jî, Îsraîlê şer dest pê kiriye û Îraniyan bi serkeftin dawî lê aniye.
Mesûd Pizîşkiyan herwiha got: "Îsraîlê bi serkêşiyên xwe şerekî dozdeh rojî bi ser Îranê de sepand, lê Îran biser ket."
Ev daxuyanî piştî wê yekê tê, Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de ragihand. Trump di peyameke xwe de gotibû, "Cîhan pêşwaziyê li vê biryarê dike" û pîrozbahî li cîhanê, Îran, Îsraîl û Rojhilata Navîn kiribû.
Li gorî ragihandina Trump, dê di nava 24 saetan de şer bi awayekî fermî raweste. Serokê Amerîkayê herwiha hişyarî da û got: "Nêzîk bû ku ji ber vî şerî tevahiya Rojhilata Navîn wêran bibe."
Trump derbarê hûrgiliyên agirbestê de jî eşkere kir, Îran dê destpêşxeriyê bike û di şeş saetên destpêkê de şer rawestîne û Îsraîl jî dê di saeta 12an de agirbestê ragihîne.