Şanda Îmraliyê bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Şanda Dem Partiyê ji bo Îmraliyê bi Serokê Parlementoya Tirkiyeyê re dicive û pê re danûstandinan li ser pêvajoya nû ya aştiyê dike.

Medyaya nêzîkî Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) pêştir ragihand, “Şanda Îmraliyê dê berî nîvroya îro (Pêncşem, 26.06.2025) bi Serokê Parlementoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re bicive.”

Şanda Dem Partiyê ji Cîgira Serokê Parlamantoya Tirkiyeyê Parvin Buldan û Parlamenterê Dem Partiyê Mithat Sencar pêk hatiye û dê li ser gavên nû ji bo pêvajoya aştiyê û dawî pêşhat û pêşveçûnên wê pêvajoyê gengeşeyan bikin.

Ev di demekê de ye ku Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan duhî (Çarşem, 25.06.2025) di konferanseke rojnamevanî de ragihand ku, Şanda Îmraiyê jê xwestiye ku di demek nêzîk de bi wan re bicive.

Herwesa Hevseroka Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat jî, ku baskê siyasî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, ragihand ku wan tiştên li ser milên xwe ji bo pêvajoya nû ya aştiyê bi tevahî bi cih anîne û niha dora Hikûmeta Tirkiyeyê ye ku gavên pêdivî ji bo wê meremê biavêje.

Li roja 1ê Cotmeha par, ji aliyê Hikûmeta Tirkiyeyê ve gavek ber bi pêvajoya çareseriyê ve hat avêtin. Ev pêvajo ji aliyê Tirkiyeyê ve wekî "Tirkiyeya bêteror" û ji aliyê Dem Partiyê ve jî wekî "çareseriya pirsa Kurdan" tê binavkirin.

Ew Hevseroka KCKê pêdivî dibîne ku rayedarên Tirkiyeyê êdî hevoka "Tirkiyeya bêteror" bi kar neyînin, ji ber ku navê wê pirsê "pêvajoya nû ya aştiyê û civaka demokratîk" e û divê her kes vê hevokê bikar bîne.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li roja 12ê Gulana îsal encamên kongreya xwe ya 12ê ragihandin, ku li rojên 5 heta 7ê Gulanê hatibû lidarxistin. PKKê di wê kongreyê de biryara xwehilweşandinê û danana çekan da.

 
Fly Erbil Advertisment