Nebez Ebdulhemîd: Bi hezaran cih ji ber pabenebûna bi zimanê Kurdî hatine daxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Qayimqamê Navenda Hewlêrê dibêje, “Her cihekî ku nivîsîna li ser tabelayên wê bi zimanê Kurdî nebe, destûrî pê nayê dan. Dema ku destûra salane jî tê nûkirin, destûrnameya wî cihî nayê nûkirin.”
Qayimqamê Navenda Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd îro (În, 27ê Hezîrana 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Bi hezaran cih ji ber pabendnebûna bi nivîsîna bi zimanê Kurdî li ser tabloyên wan hatine daxistin û hatine cezakirin jî.”
Nebez Ebdulhemîd herwesa got, “Şertê sereke ji bo dana destûrnameyan ji her cihekî re ew e ku tabloyên wan bi Kurdî bin. Dema ku destûrnameyên wan têne nûkirin jî, her cihekî ku pabendî biryaran nebe, destûrnameya wî nayê nûkirin.”
Navbirî amaje jî da, “Di dema du salên borî de, zêdetirî 2 hezar cihan nivîsînên li ser tabloyên xwe kirine Kurdî û ew pêvajo berdewam jî. Divê hemî cihên bazirganî û geştiyariyê pabendî biryara zimanê Kurdî bin.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li roja 21ê Sibata 2023ê ragihandibû, “Divê nivîsînên li ser hemî cihên giştî bi Kurdî bin û divê hemî alî panendî vê biryarê bin.” Ji bo vê meremê jî, 40 roj wekî destûrî ji xwediyên wan re hatin dan, ku pabendî wê biryarê bin.