Dirîoz: Welatên Bendav û Ewropayê êdî li rêyên alternatif digerin
Enqere (K24) – Piştî 12 rojan di navbera Îsraîl û Îranê de agirbest hate ragihandin. Tevî agirbest hatiye ragihandin çiqas nirxê petrolê de asayîbûnek peyda bûbe jî pispor vê asayîbûna di warê enerjiyê de bi mayîndabûna agirbestê ve girêdidin. Herwiha pispor dibêjin piştî vî şerî dê welatên Bendav û Ewropayê li rêyên alternatif bigerin bo veguhestina çavkaniyan ku êdî giringiya Rêya Geşepêdanê dê zêdetir derkeve pêş.
Piştî 12 rojan di navbera Îran û Îsraîlê de agirbest hate ragihandin. Ji bilî bandorên vî şerî yên siyasî û herêmî mijareke ku tê nîqaşkirin jî bandora vî şerî ya li ser bazara sotemenî, petrol û enerjiyê ye.
Gefa Îranê ya girtina Tengava Hurmizê niha ji holê rabû be jî bilindbûna buhayên enerjiyê li Ewropayê û astengiyên dabînkirinê, digel bandorên şerê bazirganiyê, gefê li kêmkirina hilberîna cîhanî dixwin.
Dr. Alî Oguz Dîrîozê ji Zanîngeha Teknolojî û Aboriyê ya TOBBê jî dide zanîn, vî şerî nîşanî welatên Ewropa û Ereb yên Bendavê kiriye ku divê êdî rêyên alternatif bên dîtin.
Dr. Alî Oguz Dîrîoz ji K24ê re got: “Dê îstikrara buhayê petrolê di asta buheyên heyî de bimîne. Bandoreke eşkere ye ku êdî rêyeke alternatif bo Tengava Hurmizê bê avakirin. Ne tenê welatên Ewropayê, welatên Ereb yên Bendavê jî ev dîtin. Geştên esmanî bo Dubaî, Oman û Bahreynê jî hatin rawestandin. Loma pêdivî bi rêyeke weke Rêya Geşepêdanê heye. Ji ser Tirkiye, Iraqê û Herêma Kurdistanê ve mumkine cûreyên berhemên bazirganî û çavkaniyên enerjiyê bên veguhestin. Şer nîşan da bê çima divê ev rê zûtirîn bê pêşxistin.”
Hêj tirs hene ku bandora vî şerî digel şerê bazirganiyê yên ji ber bacên gumrikê yên Emerîkayê re aboriya cîhanî lawaz bibe. Serokê KAFKASAMê Prof. Dr. Hasan OKTAY jî ji bo dabînkirina enerjiyê behsa Rêya Geşepêdanê û rêyen din dike û dibêje li ser wan jî fikarên ewlehiyê hene.
Serokê KAFKASAMê Prof. Dr. Hasan Oktay dibêje: “Rageşiya li welatên Bendavê bandoreke neyinî li ser erdnîgariya derdorê kir ku li ser hin rêyên cuda xebat hene. Korîdora Dawût, çûyînên ji ser Tirkiye, Ermenîstan û Azerbaycan di rojevê de ne. Ji bakûrê Hazarê ji ser Rûsyayê ve rêyeke bo Ewropayê jî tê axaftin. Lê ya herî guncav Projeya Rêya Geşepêdanê ye ku di warê ewlehiyê enerjiyê de derdikeve pêş. Ev hemû ji ber fikarên nirx û buhayên petrolê ne. Aştî mayinde bibe dê asayîbûna buhayên petrolê bidome lê rageşî vegerê serî dê buha jî gelekî bilind bibin.”
Îran di cîhanê de hilberînerê 9emîn yê mezin ê petrolê ye. Ji sedî 20î petrola xam a cîhanê jî ji Tengava Hurmizê diherikê bazara cîhanî ku di navbera Îran û Omanê de cîh digre. Piraniya vê petrolê jî diçe Çîn, Hindistan û welatên din ên Asyayê. Ji ber jî Hurmiz, ne tenê ji bo ewlehiya enerjiyê ya herêmî, di heman demê de ji bo ewlehiya enerjiyê ya gerdûnî jî rêgehek girîng e.