Artêşa Îsraîlê: Me yek ji damezrînerên Hemasê li Xezzeyê kuşt

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê ragihand, Hekem Îsa, yek ji damezrînerên payebilind ên tevgera Hemasê, di êrîşeke asmanî de li Kerta Xezzeyê hatiye kuştin.
Li gorî daxuyaniya artêşê Îsraîlê, Îsa şeva borî 28ê Hezîranê di bombebarana li ser taxa Sebra de hatiye armanckirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, ew berpirsê navenda piştgirî û rahênanê ya Lîwayên Qessam bû.
Ji aliyê xwe ve, tevgera Hemasê heta niha derbarê kuştina fermandarê xwe Hekem Îsa de ti daxuyaniyeke fermî belav nekiriye û ev nûçe ne piştrast kiriye û ne jî red kiriye.
Hekem Îsa, ku bi navê "Ebû Umer El-Sûrî" jî tê naskirin, wek damezrînerekî sereke yê Lîwayên Îzedîn El-Qesam tê zanîn. Wî pisporiya xwe ji Sûriyeyê veguhestibû Xezzeyê û di warê pêşxistin û rahênanê de xebitîbû.
Wî di nav tevgerê de postên cuda girtibûn; di nav de berpirsiyariya beşa perwerdeyê, rêveberiya karûbarên îdarî û lojîstîk, herwiha ew endamê konseya giştî ya leşkerî ya Hemasê bû û kesayetekî bibandor dihat hesibandin.
Ev êrîş di demekê de ye ku ji 7ê Cotmeha 2023yan ve, Îsraîl êrîşeke berfireh li dijî Xezzeyê pêk tîne. Di encamê de zêdetirî 189 hezar Filistînî hatine kuştin û birîndarkirin.
Piraniya qurbaniyan jin û zarok in, bi hezaran kes jî winda ne. Tevî ku civaka navdewletî vê yekê wek jenosîd bi nav dike, Tel Avîv bangên ji bo rawestandina şer bi berdewamî piştguh dike.