Ebdulxaliq Telhet: Liv û tevgera DAIŞê li Iraqê zêde bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Fermandariya Operasyonên Hevbeş Lîwa Ebdulxaliq Telhet, hişyarî da ku liv û tevgera çekdarên DAIŞê li navçeyên cuda yên Iraqê zêde bûye. Tekez kir jî, navenda Iraqê her dem ji bo DAIŞê qadeke çalakiyê bûye.
Lîwa Ebdulxaliq Telhet îro 30ê Hezîranê ji K24ê re ragihand, liv û tevgera DAIŞê di hefteya dawî de, bi taybetî li navçeyên Xurmatû, Daqûq û derdora Kerkûkê zêde bûye û got: "DAIŞ bi dawî nebûye û liv û tevgera wan zêde bûye."
Lîwa Telat sedema zêdebûna çalakiyên DAIŞê bi şerê di navbera Îran û Îsraîlê de û aloziyên li herêmê ve girê da û got, "Li gorî zanyariyên me, liv û tevgera DAIŞê dê berfirehtir bibe. Niha li Pelkanê di navbera çekdarên DAIŞê û artêşa Iraqê de şer heye."
Herwiha Telhet amaje bi operasyoneke hevbeş a hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê û dijeterora Iraqê kir û got, di operasyonê de sê serkirdeyên DAIŞê li herêmê hatine kuştin.
Derbarê vê operasyonê de, Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê duh ragihandibû, di operasyoneke hevbeş de li navçeya Pelkanê, di pevçûneke rasterast de fermandarê DAIŞê yê bi navê Eymen Corc Ehmed El-Ubeydî, ku bi "Adem" tê naskirin, tevî du çekdarên din hatine kuştin.
Herwiha du çekdarên din ên bi navê Husên Elî Xelef Hebîb El-Mefracî, bi nasnav "Ebû Ezra" û Yaqûb, bi nasnav "Ebû Caban" di operasyonê de hatibûn kuştin.