Koşka Sipî: Cezayên li ser Sûriyeyê îro tên rakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di pêngaveke ku tê payîn, nexşeya pêwendiyên navbera Amerîka û Sûriyeyê ji nû ve xêz bike de, Serokê Amerîkayê Donald Trump fermana bidawîkirina piraniya cezayên aborî yên li ser Sûriyeyê îmze kir. Ev biryar, ku cezayên li ser Serokê berê Beşar Esed û alîkarên wî li derve dihêle, bi armanca piştgirîkirina hikûmeta nû ya Sûriyê û handana aboriya wê ya ku bi salan di bin dorpêç û cezayan de bû, hatiye dayîn.
Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, ev biryar ji îro, 1ê Tîrmehê, dikeve warê cibicîkirinê. Lê belê, cezayên li ser wan kesên ku destê wan di binpêkirina mafên mirovan, bazirganiya bi madeyên hişber, çalakiyên çekên kîmyewî, alîgiriya DAIŞê û komên ser bi Îranê de hebe, dê berdewam bikin.
Sekretera ragihandinê ya Koşka Sipî, Caroline Leavitt ragihand, ev biryar beşek e ji hewlên Donald Trump ji bo pêşxistina proseya aştiyê li Sûriyê. Leavitt herwiha tekezî li ser pabendbûna rêveberiya Amerîkayê kir ku Sûriye bibe welatekî yekgirtî û aram.
Di heman çarçoveyê de, fermaneke cîbicîkarê ji Wezîrê Derve Marco Rubio re hatiye şandin ku ji nû ve binirxîne ka Sûriye hîn jî weke "welatekî piştevanê terorê" dimîne yan na.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es'ed Şeybanî pêşwazî li pêngava Amerîkayê kir û ew weke "vekirina deriyan li ber avedankirin û geşepêdana ku demeke dirêj e li bendê bû" bi nav kir.
Şeybanî destnîşan kir ku ev biryar yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya vejandina welat piştî rûxandina rejîma Esed radike.
Ev pêngav, piştî hevdîtina dîrokî ya di navbera Serokê Sûriyê Ehmed Şera û Donald Trump de tê. Hevdîtina ku meha Gulanê li Riyadê pêk hatibû. Piştî civînê, weke gaveke destpêkê, ceza ji bo 180 rojan bi awayekî demkî hatibûn sivikkirin, da ku helwesta hikûmeta nû ya Sûriyê li hemberî civaka navdewletî bê şopandin.