Omer Çelîk: Dema çekdanînê, ji mehan daket rojan

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Omer Çelîk ragihand, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê hefteya bê pêşwaziya şanda DEM Partiyê bike. Çelîk herwiha da zanîn, proseya çekdanîna PKKê êdî ketiye qonaxa dawî û ew li bendê ne ku ev yek "di nava rojan de" pêk were.
Omer Çelîk, îro Sêşemê (1ê Tîrmeha 2025an) piştî civîna şêwr û nirxandinê ya bi parlamenterên partiya xwe re ku di bin serokatiya Serokomar Erdogan de li navenda giştî ya partiyê pêk hat, ji rojnamevanan re axivî.
"Hevdîtina bi DEM Partiyê re hefteya bê pêk tê"
Li ser pirsa derbarê pêşhatên dawî yên proseya "Tirkiyeya Bêteror", Çelîk piştrast kir ku hevdîtina di navbera Erdogan û şanda DEM Partiyê de dê hefteya bê pêk were û got:
"Birêz Serokomarê me dê hefteya bê şanda DEM Partiyê qebûl bike. Helbet kîjan roj be dê di bin biryara Birêz Serokomar de be. Gava ku bernameya wî eşkere bibe, îhtîmal e serê hefteyê be, dê were ragihandin û hûn ê hemû pê bihesin. Ev hevdîtin dê hefteya bê pêk were."
"Dema çekdanînê, ji mehan daket rojan"
Derbarê demajoya çekdanîna PKKê de, Çelîk da zanîn, ew naxwaze rojeke tekez bide lê tekez kir ku prose bi lez pêş dikeve. Wî pêşketina proseyê wiha anî ziman:
"Dema we hefteyên berê pirsî, min got em li bendê ne di nava mehan de pêk were. Paşê di civîna xwe ya dawî de min got di nava hefteyan de. Niha em gihiştine qonaxeke ku em dikarin bibêjin dê di nava rojan de pêk were. Ji ber vê yekê, ji bo Tirkiyeyeke bêteror rojên pêş me dê gelekî girîng bin."