Îran: Danûstanên bi Amerîkayê re ne di demeke nêzîk de ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Hikûmeta Îranê Fatemeh Mohajeranî eşkere kir, zirareke mezin gihîştiye navendên atomî yên welatê wê. Derbarê ji nû ve destpêkirina gotûbêjên ligel Amerîkayê jî, Mohajerani got, "Heta niha ti demek ji bo destpêkirina gotûbêjan nehatiye diyarkirin û eger e di demek nêzîk de jî neyê kirin."

Fatemeh Mohajeranî îro 1ê Tîrmehê di konferansa xwe ya rojnamevanî ya heftane de, gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê zirara li navendên atomî yên Îranê de piştrast kir û got: "Bêguman zirareke mezin gihîştiye binesaziya navendên me yên atomî, lê ew bi temamî wêran nebûne."

Li ser gotinên Trump ku Îranê daxwaza gotûbêjan kiriye, Berdevka Hikûmeta Îranê got: "Em deriyê gotûbêjan nagirin û dest jê bernadin, lê ti demek ji bo ji nû ve destpêkirinê nehatiye diyarkirin û ti hêvî jî nîne ku ev dem nêzîk be."

Mohajeranî herwiha behsa amarên "şerê 12 rojan" jî kir û ragihand, di wî şerî de 935 kes hatine kuştin û 5646 kes jî birîndar bûne. Herwiha da zanîn jî, 3500 xanî zirar dîtine û 332 ji van xaniyan li sînorê Tehranê ne.

 
Fly Erbil Advertisment