Ocalan dê peyameke din hebe û PKK dê bi kiryar çekan radest bike

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya pêvajoya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de, biryar e ku di demeke nêzîk de Ocalan peyameke nû hebe. Piştî wê peyamê jî, PKKê dê dest bi pêngava danana çekan bike.

Rojnameya Hürriyetê û Malpera Mezopotamyayê parve kiriye, “Di demekê de ku amadekariyên ji bo avakirina komîsyonekê li Parlementoya Tirkiyeyê ji bo pêvajoya aştiyê ya nû li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berdewam dikin, tê pêşbînîkirin ku Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan peyameke nû li ser danana çekan pêşkêşî serkirdetiya PKKê bike û ew jî bi kiryar li pey peyama wî biçin û komeke PKKê di çarçoveya merasîmeke rêkxistî de çekên xwe dane.”

Her li gorî wan haydariyên ku medyaya Tirkiyeyê parve kirine, “Merasîma danana çekan dê bi amadebûna medyayên navxweyî yên Kurdistan, Tirkiye û cîhanî bê lidarxistin, wekî niyeteke baş ji bo bicihanîna pêvajoya aştiyê û peyama Ocalan, di nav de jî hejmareke serkirde û fermandarên PKKê dê tevlî merasîma radestkirina çekan bibe.”

Herwesa biryar e ku komeke 50 kesî ji çekdarên PKKê li parêzgeha Dihokê û deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê çekên xwe di dema 10 rojan de li ber çavên medyayan radest bike.

Şanda Îmraliyê li roja Pêncşemê (27.02.2025ê), piştî civîna xwe ya bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re, di konferanseke rojnamevanî de peyama Ocelana bi her du zimanên Kurdî û Tirkî xwand, ku peyama destpêkirina qonaxeke nû ya pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê bû. Ev jî dibe pêngava bidawîanîna çalakiyên çekdarî yên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK).

 
 
Fly Erbil Advertisment