Pizîşkiyan qanûna rawestandina alîkariyê bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî re pejirand

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan qanûna rawestandina alîkariyê bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî re pejirand, ku pêştir ji aliyê parlementoya wî welatî ve hatibû pejirandin.
Ajansa Tesnîmê ya Nûçeyan îro (Çarşem, 02.07.2025) ragihand, “Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan qanûna rawestandina alîkariyê bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî re pejirand.”
Ajansa navbirî amaje jî da, “Derxistin û pejirandina vê qanûnê piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser dezgehên atomî yên Îranê hat, herwesa parlamenterên Îranî projeqanûnek bi navê "Helawîstina alîkariya di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî de" pêşkêş kir, ku bi lez û bez hat pejirandin.”
Yekane benda wê qanûnê dibêje, "Ji ber binpêkirina serweriya neteweyî û yekparçeyiya axa Îranê ji aliyê Îsraîl û Amerîkayê ve, armanckirina dezgehên atomî yên aştîxwaz û metirsiya li ser berjewendiyên bilind ên welatî û li gorî madeya 60ê ya peymana Viyenayê ji bo peymannameyan li sala 1969ê, hikûmet pabend e ku piştî pejirandina vê mijara qanûnî tavilê hemî rengên alîkariyê bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî re rawestîne, li gorî Peymannameya Qedexekirina Çekên Atomî û sîstema parêzbendiya girêdayî wê mijarê, heya ku hejmareke şertan tê bicihanîn, wekî misogerkirina ewlehiya dezgehên atomî yên Îranê û zanayên atomî."
Pêştir Encûmena Parastina Destûrê Îranê ew qanûn pejirandibû, paşî Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ew qanûn pejirand, di dû re jî Serokkomar haydar kir ku ew jî rola xwe bilîze, da ku piştî temamkirina rêkarên qanûnî biryarê bi rengekî fermî ragihîne.
Parlamentoya Îranê li roja Çarşemê (25.06.2025) bi piraniya dengan projeqanûna bidawîanîna hevahengiya bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî re pejirand.