Wezîrê Derve yê Îranê: Em dest ji pîtandina uranyumê bernadin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê ragihand, hikûmeta Îranê dê bernameyên xwe yên ji bo pîtandina uranyumê ranewestîne, lê tekez kir ku ti niyeta wan a çêkirina çeka atomî nîne. Araqçî got, "Em dizanin ku armanca Amerîka û Îsraîlê rawestandina bernameya atomî ya Îranê ye."
Wezîrê Derve yê Îranê îro 2ê Tîrmehê ji tora nûçeyan a CBSê re ragihand: "Zanyarên me ji bo pîtandina uranyumê ked û zehmetiyeke mezin kişandine. Hikûmet û gelê Îranê jî zêdetirî 20 salan li hemberî gembariyên aborî li ber xwe dan. Niha jî em di vê oxirê de têdikoşin; şerê giran ê 12 rojan jî bi ewqas qurbanî û wêrankariyê, me her ji bo vê yekê kir. Mijara pîtandina uranyumê, şanazî û serbilindiya gelê me ye û bêguman em ê dest jê bernedin."
Ziyanên li Binkeya Fordoyê
Derbarê ziyanên ku gihîştine binkeya atomî ya Fordoyê de, Araqçî got: "Ti kes, zanarî û agahiyên durist û rast li cem nîne û nayê zanîn ka li Fordoyê çi qewimiye. Lê ez tenê ewqas dizanim ku ziyaneke pir mezin û cidî gihîştiyê."
Wezîrê Derve yê Îranê herwiha got: "Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê bi lêkolîn û nirxandina ziyanên li binkeya Fordoyê ve mijûl e û dê paşê rapora xwe di vê derbarê de pêşkêşî hikûmetê bike."
Berbanga roja Yekşemê, 22ê Hezîrana 2025an, Amerîkayê bi firokeyên cureyê B-2 êrîşeke esmanî pêk anîbû û her sê binkeyên atomî yên Fordo, Natanz û Îsfehanê bombebaran kiribûn.