Hevkariya Hevpeymaniyê ji bo meha Hezîranê tê dabeşkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, alîkariya darayî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo meha Hezîranê gihîştiye wezaretê. Hat diyarkirin, ev alîkarî dê ji roja Yekşemê ve bi rêya projeya "Hejmara Min" li ser Pêşmergeyan were belavkirin.

Wezareta Pêşmerge îro 3'ê Tîrmehê daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn, fînansekirina alîkariya Hevpeymanan a ji bo meha şeşem (Hezîran) hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, piştî bidawîbûna karûbarên darayî û jimêryarî yên ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Budce û Programan (Jimêryariya Leşkerî) ve, dê roja Yekşemê, 6'ê Tîrmehê, dest bi dabeşkirina alîkariyê were kirin.

Hate aşkerekirin, di vê mehê de, 64 hezar û 244 efser, pileder û Pêşmerge dê bi sîstema projeya "Hejmara Min" her yek bi qasî 214 hezar dînarî wek alîkariya Hevpeymanan werbigrin. 

Wezaretê herwiha destnîşan kir, ev pêngav pêşketineke girîng di sîstema dayîna alîkariyan de bi awayekî elektronîk nîşan dide.

 
Fly Erbil Advertisment