Du dron li rojavayê Hewlêrê hatin êxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyekê ji Kurdistan24ê re ragihand, “Du dron li rojavayê Hewlêrê hatin êxistin û bermayîkên wan jî li çolê ketin xwarê.”
Çavkaniyekê îro (Pêncşem, 03ê Tîrmeha 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Du dron li rojavayê Hewlêrê hatin êxistin.”
Wê çavkaniyê amaje jî da ku, bermayîkên wan her du dronan li çolê ketine xwarê û ti zirareke canî û madî nebû.