Dijeterora Kurdistanê: Dronek li nêzîkî Balafirxaneya Hewlêrê hat êxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Dijeterora Kurdistanê ragihand ku, dronek li nêzîkî Balafirxaneya Hewlêrê hat êxistin.
Dijeterora Kurdistanê îro (Pêncşem, 03ê Tîrmeha 2025ê) di ragihandinekê de amaje da ku, seet 9:58 ê îşev droneke bombekirî li nêzîkî Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê xistiye xwarê.”
Di wê ragihandinê de hatiye, “Baş bû di ketina wê dronê de ti zirareke canî û madî nebû.”